Îsraîlê li Tehranê êrîş bir ser balyozxaneya berê ya DYE’yê
Îsraîlê avahiya balyozxaneya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hinceta hêzên leşkerî yên Îranê lê bi cih bûne, bombebaran kir.
Îsraîlê avahiya balyozxaneya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hinceta hêzên leşkerî yên Îranê lê bi cih bûne, bombebaran kir.
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê (IDF) daxuyand ku êrîşên xwe yên hewayî li Îranê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya IDF’ê, heta niha di çarçoveya vê operasyonê de zêdeyî 800 sortiyên êrîşê hatine lidarxistin. IDF’ê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku nêzîkî 10 hezar êrîşên asmanî li ser nêzîkî 4 hezar armancên leşkerî hatine kirin. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrîşan de nêzîkî 16 hezar cebxane hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama van operasyonan de zêdeyî 2 hezar leşker û fermandarên Îranê hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, bi hevdemî bi êrîşên li Îranê re, IDF’ê di gelek eniyên şer de jî operasyon meşandine û nêzîkî 7 hezar armancan hedef girtine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin balyozxaneya berê ya DYE’yê hedef hatiye girtin. Hate ragihandin ku hêzên Mihafizên Şoreşê ya Îranê û Besicê li vê avaniyê hatine bicihkirin û di encama bombebarana pêk hatî de gelek leşkerên Îranê hatine kuştin.